Serokwezîrê İraqê ji hewlekê terorkirinê rizgar bû

  2021-11-07 12:39      118 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokwozîrê İraqê Mistefa Kazimî sax û selamet e

Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî ji hewlekê terorkirinê rizgar bû ku bi rêya balafireke bê balafirvan  hat hat kirin.
Şeva bûrî (06-11-2021), balafireke bê balafirvan ku mûşek hilgirtibû, li Bexdadê mala Mistefa Kazimî kir armanc.
Ligor çavkaniyên nûçeyan, zêrêvanên Serokwezîrê İraqê sê balafirên bê balafirvan her çende dane ber guleyan lê tenê du dron xistine xistine xware û ya sêyem nekarinê bixin xwarê û di encam de ew balafir teqemeniyên xwe bi ser mala Kazimî de berdane û deh kes brîndar bûne û Mistefa Kazimî sax û selamete.  
Mistefa Kazimî paş bûyerê di peyameke vîdyoyî de wiha diaxive: “Mala min rastî êrişeke tirsinokane bûye, lê em hemû sax û selametin”.
“Welat û siberoj bi mûşekên tirsinokane û balafirên bê balafirvan yên bêwêrekiye nayê avakirin. Em bi rêya rêzgirtin li dewlet û saziyên wê, kar ji bo avakirina welatê xwe dikin”.

Serokkomarê İraqê Dr. Berhem Salih, Serokê Balê Sedr Muqteda Sedr  û Wezareta Derve a Dewletên Yekîtiya Amerîkayê (DYA), di daxuyaniyên xwe de, nerazîbûn anîn zimên û ev êriş bi êrişeke tirsinokane binav kirin.

Puknow

Metîn Mihemed
 
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî