Komisyona Hilbijartinan encamê dosyeyên giliyê û hejmartina destî ragihand

  2021-11-08 21:26      173 Car hatiye dîtin        Şîrove
Hejmara destî û elektronî wek hev derketin

Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan a İraqê, ragihand; dosyeyên giliyê yên li ser encamên despêkê yên hilbijartinê, cûdakirin û hejmartina destî li wan bingehên dengdanê ku gilî li ser wan hatibûn tomarkirin, bi dawî bûye û encamên wan neguherin e.
Komisyona Serbixwe a Hilbijartinan, îro (08-11-2021), bi daxuyiyek nivîskî, aşkere kir; bi giştî 1436 gilî li parêzgehên Musil, Selahedîn, Diyale, Bexdad, Hewlêr, Kerkûk, Kerbela, Musenna, Qadise, Enbar, Zîqar, Besre û Necefê hatibûn tomarkirin.
Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan a İraqê, daye zanîn; karê hûrgiliye, hejmartin u cûdakirina destî li wan bingehên dengdanê hatine kirin ku gilî li ser wan hebûn; vêca hejmara giliyan 87 lib bûn û hejmara wan rawestgehan jî 4324 bûn. 
Komisyona Hilbijartinan, diyar kiriye ku hûrgilî ji bo hemû kartên dengdanê hatine kirin û derketiye; tenê kartên pûçel nebe ku bi rêya hûrgiliya bi çav ji bo lijneyên komisyonê aşkere bûye ku hejmarek gellekî kêm kart durustin û rêkarên pêwîst girtine ber û ligor rêûcîh û rênîşanan serederî ligel wan dengan hatiye kirin.  
Paş projeya hejmartina dengan, encam ji aliyê lijneyan ve pêşkêş bi Encumena Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan hatiye kirin û wê jî biriye ber destê Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan ji bo diyarkirina raya xwe. 
Komisyona Hilbijartinan, diyar kiriye ku hemû hûrgilî di çarçoveya biryarên Desteya Dadwerî a Hilbijartinan de dê bên aşkerekirin u paşê encamên dawîn yên hilbijartinan dê bê ragihandin. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî