Divê hikûmet daxwazên rewa yên xwendkaran cîbicî bike

  2021-11-24 00:33      115 Car hatiye dîtin        Şîrove
Xwendkar daxwaza dermale dikin

Peyivdarê resmî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babeşêx, roja Sêşemê (23-11-2021), helwestê YNKê derbarê xwêpêşandan û daxwazên xwendkaran de daxuyaniyek nivîskî weşand. 
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku YNK piştevaniya daxwazên rewa yên xwendkaran dike û bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku daxwazên xwendkaran liberçavan bigre û dermaleyê (hevkariya maddî ya heyvane) wana bide û pirsgirêkan wan çareser bike. 
Herwiha, daxwaz ji hêzên ewlehiyê hatiye kirin ku liserxwe bin û tûndûtîjiyê dijî xwepêşanderan bikar neynin, çunkî daxwazên wan rewa ne. 
Daxwaz ji xwepêşanderan jî hatiye kirin ku bi awayekî şaristanî û aştiyane xwepêşandanê bikin û ji her karekî tûndûtîjî û aloziyê dûr bikevin, rê jî bi çi aliyekî naberpirs nedin ku xwepêşandanan ji bo berjewendî û siyaseta çewt kontrol bikin û bikar bîn in. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî