YNK di hewla pêk anîna eniyekî niştimanî de ye

  2021-11-25 18:02      133 Car hatiye dîtin        Şîrove
Karê sereke yê YNKê serxistina pêngavên çaksazî û guherînên bingehîne

Bafil Celal Talebanî, bi amadebûna Endamê Desteya Rêveber ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Derbaz Kosret Resûl, îro (25-11-2021), li Silêmanî li Dabaşan, pêşwazî li Berpirsê Nivsîngeha Kanada yê li Herêma Kurdistanê Îvîs Duval kir. 
Herdu aliyan, rewşa paş hilbijartinên İraqê, beşdariya Kurd di hikûmeta siberojê de, rewşa proseya siyasî û aborî, xurtkirina peywendiyên aborî û bazirganî di nêvbera herdu aliyan de hat nirxand in. 
Di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya  hemahengî û pêşxistina peywendiyên siyasî û aborî di nêvbera Herêma Kurdistan û Kanadayê de hat kirin ku bandora xwe li geşekirina jêrxana aboriya Herêma Kurdistanê bike. Rê li pêşiya kompanya û karsazan xweş bike, da ku sermayeyên xwe li Herêma Kurdistanê bixin ger û hevkar bin di zêdetir vejandina bazar û rexsandina kar de. 
Bafil Celal Talebanî, derbarê proseya siyasî û guherînên li Bexdadê de, ragihand; ji bo îro, pêkanîna hikûmetekî xizmetguzar, aktîf û çalak pêwîstiya qonaxe ye û dê bersiv be ji bo xwastê cade û daxwazên hemû aliyan ku YNK piştgiriyê li van hewlan dike ji bo zêdetir xizmetê pêşkêş bi hemwelatiyan bike. 
Bafil Celal Talebanî ji bo Herêma Kurdistanê jî wiha axivî: “Yekrîzî û tebayiya me li Bexdadê, dê mîsogeriya parastina mafên me be û em hewla durustkirina eniyekî niştimanî didin, da ku em bi yek nameya siyasî ligel aliyên İraqê danûstanê bikin. 
Bafil Celal Talebanî, da zanîn; ew bi xwe pêşwazî li her hewl û pêngavekî dikin ku armanca wê baştirkirina jiyana civakê be û got: “Karê sereke yê YNKê serxistina pêngavên çaksazî û guherînên bingehîne di rêvebirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyê de; reformên rêkxistinî û hikûmetê jî her bi vê armancê ye. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî