YNK hemû îmkanên xwe dixe ger ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwendkaran

  2021-11-29 11:23      88 Car hatiye dîtin        Şîrove
Bafil Celal Talebanî

Bafil Celal Talebanî, duhî (28-11-2021), li Silêmanî li Dabaşan, ligel hejmarek xwendkaran civiya û guh li pirsgirêk û daxwazên wan girt. 
Bafil Celal Talebanî, ragihand ku daxwazên xwendkaran di cîhê xwe de ne û çi ji bo wan bikin hêj kêm e û ewê mekanîzmekê darijînin ji bo çareserkirina pirsgirêkan wan. 
Paş hevdîtina ligel xwendkaran de ku zêdetir ji heşt demjimêran domand, Bafil Celal Talebanî di daxuyaniyek rojnamevanî de got: “Ewan keç û kurên me ne, divê em arîşeyên keç û kurên xwe çareser bikin. Emê bi hemû îmkanên xwe kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan bikin”.

Puknow

MMS
 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî