Ji bo rêgirtin li ne îstîkrariyê pêwîstî bi diyaloga avaker heye

  2021-11-29 21:52      106 Car hatiye dîtin        Şîrove
Bafil Celal Talebanî û Balyozê Brîtanya yê li İraqê civiyan

Bafil Celal Talebanî, îro (29-11-2021), li Silêmanî li Dabaşan, pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li İraqê Mark Biraysin û Serkonsolê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê Deyvîd Hent kir. 
Di hevdîtinê de gotûbêjên berfireh li ser pirsên siyasî, aborî û ewlehiyê, rewşa paş hilbijartinê, hewlên pêk anîna hikûmeta nû ya İraqê, durustbûna rewşa ne îstîkrariya siyasî û derencamê hilibijartinanê hat kirin.
Bafil Celal Talebanî di destpêka axavta xwe de heviya serkevtin û destpêkekî baş ji bo Balyozê nû yê Brîtanya yê li İraqê xwest; piştevanî û hemahengiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî anî zimên ji bo serxistina erkên wî û pêşxistina peywendiyên nêvbera herdu aliyan. Piştevaniya wan ya ji bo Gelê Kurd û Hêza Pêşmerge jî giranbuha nirxand. 
Bafil Celal Talebanî got: “Şertûmercên ku İraq niha jê derbaz dibe ji bo me cîhê xemgîniye ye û nakokiyên hene rewşa welêt ber bi ne îstîkrariyê ve dibe. Lê niha jî derfetê baş li pêşiya me ye, da ku em cûdahiyên xwe bixin xizmet berjewendiyê giştî; bi hevre atmosfera gotûbêj û diyaloga avaker birexsînin û li ser mekanîzmayên pêk anîna hikûmeta xizmetguzar lihev bikin, da ku bikarin bibe bersiva daxwazên xelkê, vejandin û geşepêdana zêdetir li İraq û Herêma Kurdistanê”.
Bafil Celal Talebanî derbarê metirsiya ewlehî û bizavên paşmayên DAIŞê û valahiya ewlehiyê li hin navçeyên pirsgirêk li ser û İraqê de da zanîn; berdewamiya hevrikiya siyasî rewşa ewlehiyê ber bi xerabtir ve dibe; ji bo zalbûn bi ser arîşeyan, pêwîste hevahengiya di nêvbera navedên hemahengiyê yên Hêza Pêşmerge, Artêşa İraq û Hêzên Hevpeymaniya Nêvdewletî de bê xurtkirin. Divê plan û stratejiya hevbeş jî hebe ji bo têkoşîna dijî terorîstan û rêgirtin li bizavên wan.
Di beşekî din civînê de çendîn pirsên din ku ji bo herdu aliyan giringiya xwe ya taybet hebûn, bi hûrgilî hatin nirxandin.

Puknow

Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî