Şanaz Îbrahîm Ehmed pêşwazî li wefda Krîstiyanên Silêmaniyê kir

  2021-11-30 12:17      106 Car hatiye dîtin        Şîrove
Şanaz Îbrahîm Ehmed û Esaqfeyê Kerkûk – Silêmanî – Kildanî matran Dr. Yusif Toma

Endama Desteya Rêvebar ya Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed, roja Duşemê (29-11-2021), li Silêmanî, pêşwazî li wefdekî Krîstiyanan kir ku Esaqfeyê Kerkûk – Silêmanî – Kildanî matran Dr. Yusif Toma serokatiya wê kir.
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser pêşkevtinên dawîn yên siyasî li Herêma Kurdistan û İraqê, bi taybetî rewşa paş hilbijartinên pêşdem yên Parlemantoya İraqê hat kirin. 
Wefda mêvan, tekezî li ser hewceyiya diyalog û gotûbêjên avaker kir ji bo çareserkirina nakokiyên di nêvbera aliyan de. 
Di hevdîtinê de paş ku wefda mêvan çend daxwazekî Krîstiyanên Silêmanî anî zimên; Şanaz Îbrahîm Ehmed ronahî xist li ser nerîna YNKê ji bo hemû baweriyan, karê ji bo xurtkirina bihevrejiyana olî û pêkhateyên cûda cûda.
Şanaz Îbrahîm Ehmed, ragihand ku ewê kar li ser daxwaz û arîşeyên Krîstiyanên Silêmanî bike.
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî