Pêşmerge bi plan û stratejiya xwe dê navçeyên Kurdistanî biparêz e

  2021-11-30 23:41      159 Car hatiye dîtin        Şîrove
Bafil Celal Talebanî: Aramî û jiyana xelkê biparêzin û canfeda bin ji bo jiyana xelkê

Bafil Celal Talebanî, îro (30-11-2021), li Silêmanî li Dabaşan, ligel jimareyek ji fermandarên Hêza Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê civiya. Rewşa ewlehî ya navçeyên nakokî li ser û li wan sînorên valahiya ewlehiyê heye hat nirxandin ji bo pêk anîna îstîkrara ewlehiyê, parastina ser û malên hemwelatiyan û rûbirûbun bi paşmayên DAIŞ ê. 
Di civînê de ku serpereştyar û fermandarên Hêzên Heftê amade bûn; Bafil Celal Talebanî, dubare sersaxî û hevxemiya xwe ji bo şehîdbûna hejmarek pêşmergeyên qehreman anî zimên û hêviya zû başbûnê jî ji bo pêşmergeyên birîndar xwest. 
Di civînê de bi hûrgilî rewşa ewlehiyê yên wan sînoran hat nirxandin ku valahiya ewlehiyê têda ye. Paş gotûbêjên li ser mekanîzmayên têkoşîna dijî paşmayên DAIŞê û parastina Herêma Kurdistanê, biryarên pêwîst hatin standin ji bo zêdetir xurtkirina ewlehiyê Herêma Kurdistanê. 
Derbarê vê mijarê de Bafil Celal Talebanî, got: “Me çendîn car hişyarî daye bi Hikûmeta İraqê û Hêzên Hevpeymaniya Nêvdewletî di derbarê metirsiya bizavên paşmayên DAIŞê û sûd wergirtina wan ji wan navçeyên ku valahiya ewlehiyê teda ye. Lewra ji niha û pê ve,  wek Pêşmerge dê plan û stratejiya me hebe ji bo bihêzkirina rewşa ewlehiya Herêma Kurdistanê û selametiya canê Pêşmerge; çunkî, çawa ku xema me aramî û asayîşe, pêwîste em giyanê Hêzên Pêşmerge û karmendên dezgehên ewlehiyê yên li asayîş, dije teror û hêzên navxweyî jî biparêzin, ev jî bi dabînkirina pêdiviyan dibe”. 
Bafil Celal Talebanî, fermandar û hemû hêzên ewlehiyê erkdar kir ku kar bi wan biryaran bê kirin û çavvekirîtir bin li beramber metirsiyên terorîstan. Bi karîna serbazî û hêzên ewlehiyê, aramî û jiyana xelkê biparêzin û wek herdem canfeda bin ji bo jiyana xelkê û asayîşa Herêma Kurdistanê. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî