Operasyonên hevbeş yên Hêza Pêşmerge û Artêşa İraqê didom in

  2021-12-08 23:10      234 Car hatiye dîtin        Şîrove
Operasyonên dijî paşmayên DAIŞê destpê kir

Hêza Pêşmerge a Kurdistanê û Artêşa İraqê ji bo rê li ber êriş û gefên DAIŞê bigrin bi taybetî li navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, di çarçoveya jûra operasyonên hevbeş de, hemahengiya heye xurtir dikin û dest bi operasyonên hevbeş kirin.  
Operasyonên hevbeş yên Hêza Pêşmerge a Kurdistan û Artêşa İraqê, îro (08-12-2021), li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li Xaneqîn, Celewla, Kuleco, Germeser û Qeretepe û  ji Xurmatû heta Pirdê destpê kir. 
Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyek nivîskî, aşkere kir ku operasyona hevbeş li Germesêr û Qeretepe bi dawî bû ye û ji bo parastina ewlehiyê li cîhên pêwîst hêz hatiye bicîhkirin. 
Piştî zêdebûna bizav û êrişên DAIŞê bo ser hemwelatiyên sivîl û Pêşmerge ku ji ber valahiya ewlehiyê li wan navçeyan navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa İraqê rû didin û destpêkirina operasyonên serbazî yên hevbeş; Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî bi yawerî Wezîrê Berevanî û Wezîrê Navxwe yê İraqê ligel Wezîrê Pêşmerge yê Hêrema Kurdistanê Şoreş Îsmaîl, îro, serdana eniya Gwêr – Mexmûr kirin û encamên operasyonan ji nêz ve nirxandin. Mistefa Kazimî li gundê Lihêban, ragihand ku ewê bi Kurd û Ereb û Turkmen û hemû pêkhateyên din yên Îraqê ligel hêzên qehreman yên Pêşmerge û Artêşa İraqê,  terorîstan jinav bibin.
Wezareta Pêşmerge jî di çarçoveya rêkarên hewce de weşana dezgehên medyayê di nêv eniyên ceng û Hêza Pêşmerge a Kurdistanê de qedexe kir. 
Bi biryara Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, bi armanca rêkxistina karê medyayî yê serbazî û nehiştina parçe parçeyiya medyayê ku ziyanê digihîne bi Hêza Pêşmerge, ev biryar hat standin. 
Wefdekî bala ya Wezareta Pêşmerge jî bi armanca xurtkirina hemahengî û dariştina planên hevbeş yên serbazî û pêwîstiyên serbazî gîhiştiye Bexdad ê û ligel aliyên peywendîdar gotûbêjan dike. 

Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî