Pênchemîn Festîvala Fîlm ya Nêvdewletî a Silêmanî destpê dike

  2021-12-17 00:47      206 Car hatiye dîtin        Şîrove
Pênchemîn Festîvala Fîlm ya Nêvdewletî a Silêmanî

Pênchemîn Festîvala Fîlm ya Nêvdewletî a Silêmanî, îro (17-12-2021), li bajarê Silêmaniyê, destpê kir û dê 7 rojan berdewam be. 
Çendîn akterên navdar yên nêvxweyî û cîhanî beşdarî festîvalê dibin û çendîn fîlmên welatên cûdu cûda dê bên nimayişkirin. 
Di çarçoveya programa 5. Festîvala Film ya Nêvdewletî a Silêmani de hejmarek panel, semîner û masterklas dê bên kirin û hinek ji wan ji aliyê derhênerên mezin yên cîhanî ve dê bên pêşkêşkirin ji wana masterklasên diyar derbarê “Berhemanîna Film” de ji aliyê derhênerê navdar Nûrî Bilge Ceylan ve dê bê vegotin. 
5. Festîvala Fîlm ya Nêvdewletî a Silêmanî, demjemêr 16:00ê li Hola Huner, bi merasimekê paş rêzgirtin li giyanê şehîdên rêya rizgariyê, bi konsera çar hunermendan ji her çar parçeyên Kurdistanê destpê kir. Paşê serpereştê festîvalê Mela Bextiyar û Wezîrê Rewşenbîrî jî gotarên xwe pêşkeş kirin.
Hemû çalakiyên rojên din dê li Stî Sînema bên kirin. Ji 35 welatan 143 film beşdarî festîvalê dikin û 116 fîlm kêbirkê dikin. 57 fîlm bi kurdî ne û 21 fîlmên sînemayî yên biyanîn ne û bi jêrnivîsê kurdî ne. 
Puknow
Metîn Mihemed

 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî