YNK û PDK yekhelwestiya Kurdistanî ya neteweyî û niştmanî giranbuha dizanin
2021-12-19 15:56     454 Car hatiye dîtin      Şîrove
Wefdên bala yên YNKê û PDKê li Dabaşan civiyan
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), bi mêvandariya Bafil Celal Talebanî, îro (19-12-2021), li Silêmanî li Dabaşan civiyan.
Di civînê de mijarên taybet bi rewşa siyasî ya İraqê bi taybetî paş hilbijartinên heyva Cotmehê (10-10-2021), para Kurd û yekxistina helwestê Kurdistanî di hemû dosyayên giring yên neteweyî û niştmanî de li Bexdadê hatin nirxandin.
Hewldan ji bo nirxandina dawîn karnameya hevbeş ya Kurdistanî li ser bingeha şirîkiya rastîn û rêkevtin û hevsengiya destûrî, wekî di İraqa nû de li ser rêkevtibûn, mijarên din yên civînê bûn.
Herdu alî hevra bûn ku piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ji bo çareserkina pirsgirêkan di hemû waran de bi taybetî di warê debar, miaş û parên darayî yên hemû çîn û texên Civaka Kurdistanê, xwendkar jî di nêv de.
Di civînê de metirsiya ewlehî û serbazî ya derbarê xurtbûna bizavên DAIŞê li Kerkûk û navçeyên qutkirî yên Kurdistanî hat kirin. Di vî warî de bi hewce hat zanîn ku hemahengî û bihevreyiya herdu aliyan hebe, wek beşek ji rûbirûbûna ew metirsiyên liser xak û xelkê Kurdistanê li wan navçeyan heye. Her wekî beşek ji pêwîstiya dabînkirina jîngehekî tebayî û yekrîziya nêvbera herdu aliyan û hêzên din yên siyasî ber bi pêşxistina peywendiya du alî ji bo xêr û xweşî ya gelê me. Di civînê de biryar jî li ser mekanîzmaya pêwîst hat dayîn.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir