YNK bi erênî pêşwazî li pesendkirina encamên hilbijartinên pêşdem dike
2021-12-27 23:59     202 Car hatiye dîtin      Şîrove
Dadgeha Federal encamên dawî yên hilbijartinên pêşdem yên Parlemantoyê Îraqê pesend kir
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK), encamên hilbijartinên pêşdem yên Parlemantoya İraqê ku îro (27-12-2021) ji aliyê Dadgeha Federal a İraqê ve hat pesendkirin bi êrenî pêşwazî lê dike.
Teksta danezanê:
Bi navê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), em bi erênî pêşwazî li pesendkirina encamên dawî yên hilbijartinên pêşdem yên Parlemantoyê Îraqê (10-10-2021) ji aliyê Dadgeha Federal ve dikin. Ligel her têbîniyekê li ser proseyê, êm pîrozbahiyê li serkevtina hilbijartinê û aliyên serkevtin bidest xistine dikin.
Dema wê ye ku hemû aliyên welatê me, dest bi avêtina pêngavên siyasî bikin ji bo lidarxistina yekemîn civîna parlementoyê bi pêkhateya nû; kutle û hêzên siyasî jî dest bi cîbicîkirina rêkarên destûrî yên pêk anîna hikûmeta nû bikin. Ji bo vê armancê jî bi giyanê xemxwerî û giringiya niştimanî, gotûbêj û şêwiriya pêwîst bikin ji bo parastina proseya siyasî ya İraqê ku gellek zehmetî li pêşiyê ye ji bo parastina tevgera wê ya demokratiyê.
Wekî hêzên Kurdistanê jî erkê me ye bi yekhelwestiya Kurdistanî, em rîzên xwe xurt bikin, ber bi bidesxistina mafên neteweyî û berevanîkirina li heqên destûrî yên Gelê me li Bexdad ê.
Qonaxa nû têkoşîna nû dixe ser milê me hemûyan û wekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) jî emê pêngavên xwe yên pêşerojê bixin xizmeta vê erkê pîroz.
Peyivdarê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
27-12-2021
Puknow
MMS
Babetên zêdetir