Hêzên şerker yên Hevpeymaniya Nêvdewletî ji İraqê vekişiyan
2021-12-30 00:19     104 Car hatiye dîtin      Şîrove
Mistefa Kazimî bi dawîbûna erkê hêzên şerker yên Hevpeymaniya Nêvdewletî ragihand
Serokwezîrê İraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên İraqê Mistefa Kazimî, îro (29-12-2021), ragihand ku erkê hêzên şerker yên Hevepeymaniya Nêvdewletî li İraqê bidawî bû ye.
Serokwezîrê İraqê di navnîşan xwe ya tora civakî Twîterê de aşkere kir ku erkê hêzên şerker yên Hevpeymaniya Nêvdewletî bi dawî bû; hemû hêzên şerker û alavên wan yên cengê ji bo derveyî İraqê hatine veguhestin.
Mistefa Kazimî di twîta xwe de cîh daye van risteyan: “Rola Hevpeymaniya Nêvdewletî bi şewirî û hevkariya di warê hînkariyê de hatiye sînordarkirin ku di çarçoveya gotubêjên stratêjiyê de hatiye rojev e”.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yê İraqê di beşekî din twîta xwe de spasî dewletan, serkirdayetiyan Hevpeymaniya Nêvdewletî, welatên cîran û hevparên din yên şerê dijî DAIŞê dike û tekez dike ku Hêzên Çekdar yên İraqê di amadebaşiyê de ne ji bo parastina Gelê İraqê.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir