Parlemantoya İraqê 9ê Çileyê dê bicive
2021-12-30 22:50     168 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokkomarê İraqê Dr. Berhem Salih
Parlemantoya İraqê civîna xwe ya yekem dê roja 9ê Çileya 2022ê lidar bixe.
Serokkomarê İraqê Berhem Salih, mersûma komarî îmze kir û têda roja 9ê Çileyê diyar kir ku civata nûnerên nû yê hilbijartî yekem civîna xwe saz bike.
Serokkomar di twîtekê jî de wiha nivîsandiye: “Min mersûma komarî îmze kir, da ku civata nû ya parlemantoyê, roja 9ê Çileya 2022ê bicive. Hêviya min ewe, ev pêngav bibe hevîna pêk anîna hikûmetekî bi bandor bi arasteya pêk anîna mafên niştimanî û parastina berjewendiyên welat û xizmetkirina xelkê, ber bi çaksaziyên bingehîn û İraqekî aram ya xweşguzeran”.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir