Bafil Celal Talebanî: YNK herdem parêzvan û piştevanê Kakeyiyan e
2022-01-17 20:47     106 Car hatiye dîtin      Şîrove
Cejna Sê Şeva Yarên Qewlltas ya Kakeyiyan pîroz be.
Bafil Celal Talebanî, bi bûneya “Cejna Yaran ya Qewilltasê” pirozbayî li Kakeyiyan dike û dibêje: “Kakeyî pêkhateyekî resen û giring yê gelê me ye û bi berdewamî di dîroka dêrîn u nû jî de herdem di rêza pêş ye xebatê de rola xwe gerandin e”.
Teksta pîrozbayî yê:
Kakeyî ku pêkhateyekî resen û giring yê gelê me ye di dîroka dêrîn û nû de jî herdem di rêza pêş ya xebatê de bûn û rola cwamêrî di pêkvejiyana olî û civakî ya kurdewariyê de giranbuha dinirxînin.
Îşev, xuşk û birayên Kakeyî ku “Cejna Sê Şeva Yarên Qewlltas” birêve diçe, ligel bi germî pîrozbayiya me ji bo vê bûneyê; ez hêvîdarim di atmosferek aram û xweşî de vê cejnê biser bibin û ev şev, bibe hevîna tebayî û xurtkirina birayetî û xweşdiviya zêdetir di nêv gelê me de.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK), wek herdem dê parêzvan û piştevanê bidesxistina mafên wan be. Dê berevaniyê li tebayiya ola Kakeyî û bawerî û pêkhateyên din yên netewa me bike ku bi sedan sale di vê Kurdistanê de dijîn û bi xweşdivî ferq û cûdahiyên nêvbera xwe dinirxînin û bi birayeti jiyanê biser dibin.
Dubare pîrozbayiya vê cejnê li we dikin.
Her şad, serfiraz û serkevtî bin.
Dilsozê we
Bafil Celal Talebanî
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir