“Hemîd Reşaş hevalekî dilsoz û pak yê YNKya Mam bû”
2022-01-22 14:49     86 Car hatiye dîtin      Şîrove
Dostê Serok Mam Celal û pêşmergeyê dêrîn Hemîd Reşaş wefat kir
Bi êş û dilgiraniyek mezin, malavayiya dostê dêrîn û rêhevalê nêzîk û xweşdiviyê Serok Mam Celal, Mam Hemîd Reşaş gîhişt bi me.
Em sersaxiyê li kesûkar û malbat û hevalên wî dikin û hevparê xema wan in.
Mam Hemîd Reşaş, pêşmergeyê dêrîn û kesayetiyê diyar yê Hewlêrê û niştimanperwerê gelê me, praniya temenê xwe bexşî bi xebata kurdayetiyê û berdewam li ser rêça rast ya şoreşê bû. Bi berdewamî bi hizra niştimanperwerî û kurdayetî temaşê bûyaran dikir, di xema êşên gelê xwe de dijiya û heta dawîn satên jiyanê jî her rênîşander û hevalekî dilsoz û pak bû ji bo YNKya Mam.
Lewra, jidestdana Mam Hemîd ku mînakê Pêşmergeyê berxwedêr û kesayetiyê dilsoz û serrastê xebatê kurdayetiyê bû; xem û dilgiraniyek mezin di dilê me de bicîh hişt û em pê gellekî xemgîn in.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ji bo heta hetayi rûhê wî şad be, sebr û dilaramî jî ji bo hemû aliyekî dixwazin.
Bafil Celal Talebanî
21-01-2022
Puknow
MMS
Babetên zêdetir