"YNK, postê serokkomar bi para Kurd û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dizane û destberdarê wê nabe"

  2022-01-23 20:41      119 Car hatiye dîtin        Şîrove
YNK piştgiriya temam dide ji bo serxistina berbijêrê xwe Dr. Berhem Ehmed Salih

Civata Serkirdayetiya YNKê bi daxuyaniyek nivîskî naveroka civîna xwe bi raya giştî re parve kir;

Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (23-01-2022), li hola civînên civatê li Silêmanî, civîna xwe lidar xist. Civîn ku bi amadebûna Bafil Celal Talebanî birêve çû, taybet bû bi nirxandina rewşa siyasî ya İraqê û parên destûrî yên gelê me di pêk anîna hikûmeta pêşerojê yê İraqê de. 
Di civînê de bi hûrgilî ev mijar hat nirxandin û bawerî ew bû ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) takrewane û li derveyî xwast û hêzên siyasî yên Kurdistanê pêngav avêtiye û rêkevtin ligel hinek aliyên siyasî îmze kiriye u di çarçoveya ew rêkevtina navbera wan de berbijerê xwe ji bo postê serokkomar pêşkêş kiriye.
Li ser vê mijarê heval Bafil Celal Talebanî, bi hûrgilî ronahî xist li ser pêşkevtinên niha û tekez kir ku madem aliyekî din dûr ji rêkevtinê berbijêrên xwe pêşkêş dike; YNK jî mafê xwe ye ku postê serokkomar bi para Kurd û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bizane, lewra berevaniyê li mafê xwe dike û destberdar nabe. 
Herwiha, ew gotegotên ku dihat axivîn: “pirsgirêka Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), tenê ligel berbijêrê YNKê hêbû û alûgor bi wî berbijêrî bihata kirin, PDK jî dê berbijêrê xwe vekişanda ba” dûrbûn ji rastiyê. Aşkere jî bû, ev tenê ji bo çavxapandinê bû ye û armanca sereke bidestxistina postê serokkomar e, dûr ji hemahengîyê ligel hêzên Kurdistanî bi taybetî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û di çarçoveya rêkevtinên wan ligel hin aliyên din yên İraqê de. 
Civata  Serkirdayetiyê bi hûr û kûr, gotûbêj li ser bijardeyên li pêşiya YNKê ji bo xalên giring yên programa hikûmeta pêşerojê ya İraqê û postê serokkomar kir û tekez kir ku di vê qonaxê de pêwîste berevaniya temam li vê para Civaka Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bê kirin û bê parastin. 
Derbarê vê mijarê de Civata Serkirdayetiyê, biryar da  piştgiraya temam bide ji bo serxistina berbijêrê YNKê ji bo wê postê ku Dr. Berhem Ehmed Salih e. 
Herwiha di civînê de tekezî li ser yekdestiya YNKê hat kirin ji bo serxistina erkên pêşerojê. 

Puknow
Metîn Mihemed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî