YNK wek herdem ligel yekrîzî û projeyekî niştimanî ye

  2022-01-24 17:05      126 Car hatiye dîtin        Şîrove
Dr. Berhem Ehmed Salih berbijêrê YNKê ye ji bo postê Serokkomarê İraqê

Peyivdarê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babe Şêx, bi daxuyaniyek nivîskî, bersiva danezana îro ya Peyivdarê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) da: 
Civîna Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku duhî (23-12-2022), naveroka wê bi raya giştî re par ve kir; aşkerekirina rastiyan têda bû, çunkî di danûstanan de her ji paş ragihandina encamên hilbijartinên 10ê Cotmeha sala bihurî ve, hewlên me ji bo wê bû ku bi yekrîzî û projeyekî yekgirtî ya niştimanî ligel aliyên siyasî yên İraqê bi Şîe û Sunne ve, em biçin Bexdadê. Lê, mixabin, pêşbîniya wê yekê dihat kirin, pêşdem PDK ligel çend aliyekî din bi bê haydariya me û aliyên din çibûne nav rêkevtinê ku bi çi awayekî xizmeta proseya siyasî ya İraq û mafên destûrî û statuya Herêma Kurdistanê nake. Her ji destpêka wan civînan, Bafil Celal Talebanî û wefda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi deshilata temam û bi biryara serbixwe ya niştimanî ligel PDKê dest bi gotûbêjê kiribû, dûr ji prensîpên takrewî û yekdestiyê di proseya biryardanê ya siyasî de. 
Lê, mixabin, ew Wefda PDKê bû ku bi naverokekî tem û mijawî ve dihatin ji bo civînan. Di vê çarçoveyê de em tînin bîra Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku çi rêkevtineka me ya konkiretî ligel wan nebû ye, çunkî, wana derfetekî wiha nerexsand û dixwastin rêkevtinekî ne şefaf bi me re bikin. 
Beşdarînekirina Fraksiyona YNKê di yekem rûniştina Parlemantoya İraqê de jiber helwestê Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Rakan Cibûrî û Pirsa Kerkûk û navçeyên qutkirî bû û çi peywendiya wê bi hilbijartina Desteya Serokatiya Parlemantoyê nebû ye. 
Derbarê dubare berbijêrkirina Serokkomar Berhem Salih ji bo xula duyem ya serokkomariyê de rijdiya me ji bo wê ye ku ew wek parêzerê Destûra İraqa Federal û parêzerê berjewendiyên gelên İraqê û statuya Herêma Kurdistanê dibe, wek çawa ku herdem nûnerên din yên YNKê li Bexdadê ligor destûrê, ev wezîfe cîbicî kirin e. 
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), herdem ligel yekrîziya mala Kurd bû ye û hewlên me berdewam bûn e; lê ku em dilniya bûn, PDK bi ajandayekî tem û mijawî hate nêv danûstanan û nêv proseya siyasî ya İraqê, me hest pê kir ku ew hewlên hanê metirsîdar dibin û xizmeta pêvajoya demokrasî û mafên destûrî yên Gelê İraqê û qewareya Herêma Kurdistanê nakin. Lewra, me jî bi nerîngeha baweriya neguher û çespî ya xwe bi rêkarên destûrî û demokratîk di proseya siyasî ya İraqê de berbijêrê xwe yê pesendkirî û berjewendiyên gellek aliyên din yên İraqî û Kurdistanî ji bo postê Serokkomarê İraqê diyar kir. 
Di dawiyê de em tekez dikin ku YNK ji bo çareserkirina pirsgirêkan, herdem bawerî bi prensîpên diyalog û danûstanên neguher kiriye; niha jî ji bo berjewendiyên giştî, me deriyê wê bijardeya xwe ne girtiye bi şertê ji bo rêkevtinekî konkiretî be.  
Puknow
Metîn Mihemed

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî