Karesata 1ê Sibatê birîn û jana gelê Kurd e
2022-01-31 23:24     351 Car hatiye dîtin      Şîrove
18 sal bi ser Karesata Yekê Sibatê re derbaz dibe
Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo bîranîna Karesata Yekê Sibatê (2004), daxuyaniyek nivîskî weşand:
Danazena Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo bîranîna Karesata Yekê Sibatê.
Hîjde sal beriya niha, terorîstan cejna gelê me xwînavî kirin.
Karesata 1ê Sibatê xesaret û kostêk bû. Di heman demê de waneyekî dîrokî jî bu ji bo gelê me û hêzên siyasî ku terorîst û dujminên gelê me bê ku ferq û cûdayiyê bike, malbenda YNKê û liqa PDKê û aliyên din yên siyasî, wek Kurd me dikin armanca jinavbirinê û kuşt in. Rêgirtin li dubarebuna karesatek wiha, jibilî hişyariya ewlehî û asayîşa welêt, hewceyî bi yekrîzî û yekdengiya berdewam ya me hemûyan heye.
Carekî din di salroja vê bîranînê de serê rêz û wefayê ji bo şehîdên serkirde, têkoşer û hemwelatiyên ku ji bo pîroziya cejnê hatibûn û tev şehîdên rêya rizgarî û serfiraziya gelê me diçiminin.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Puknow
MMS
Babetên zêdetir