Civata Wezarî ya Asayîşa Niştimanî a İraqê dosyeya petrolê ya Herêma Kurdistanê nirxand
2022-02-16 20:58     197 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokwezîrê İraqê li ser pirsgirêka neft û xaza Herêma Kurdistanê Wezareta Petrolê erkdar kir
Serokwezîrê İraqê Mistefa Kazimî, aşkere kir kir ku Wezareta Petrolê erkdar kiriye li ser arîşeya neft û xazê ligel Herêma Kurdistanê hemaheng bin.
Civata Wezarî ya Asayîşa Niştimanî a İraqê, îro (16-02-2022), bi serokatiya Serokwezîr Mistefa Kazimî civiya û gotûbêj li ser biryara Dadgeha Federal a İraqê li ser dosyeya nefta Herêma Kurdistanê kirin.
Encumena Wezîran bi daxuyaniyek nivîskî naveroka civînê bi raya giştî re parve kir:
Serokwezîr Mistefa Kazimî di civînê de ragihandiye, Wezareta Neftê erkdar kiriye ku li ser arîşeya neftê, kompanya û welatên peywendîdar ligel Herêma Kurdistanê hemahengiyê bikin û tekez kiriye ku divê amraz û pêngavên dilniyaker bên danîn ji bo birêvebirina dosyeya petrolê ligor destûr û berjewendiya bilind ya welêt.
Dadgeha Bilind ya Federal a İraqê, duhî (15-02-2022) di biryarekê de tekez kir ku derkirina yasaya neft xazê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve û firoştina wê bo derveyî welêt ne destûriye û divê Herêma Kurdistan dosyeya petrolê bide destê hikûmeta federal ya İraqê.
Puknow
mms
Babetên zêdetir