Serokkomar daxwaza danûstanê ji İraq û Herêma Kurdistanê dike

  2022-02-17 18:45      127 Car hatiye dîtin        Şîrove
Arşîv – Serokkomarê İraqê Dr. Berhem Ehmed Salih

Serokkomarê İraqê Dr. Berhem Salih, daxwaza destpêkirina danûstanekî ciddî dike di nêvbera hikûmeta İraq û Herêma Kurdistanê de li ser biryara Dadgeha Bilind ya Federal.
Berhem Salih, ragihand; divê hikûmeta İraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya danûstanekî ciddî, mekanîzmekî peyda bikin ji bo çareserkirina biryara Dadgeha Federal derbarê firotina neft û xazê ji bo derveyî welêt ku parên destûrî yên Herêma Kurdistan û hemû İraqiyan mîsoger bike. 
Serokkomarê İraqê daxwaz ji Parlemantoya İraqê jî kir, gotûbêjê li ser mijara projeyasaya neft û xazê bike û projeyasaya nû pêşkêş bi deshilata cîbicîker bike û bi bê derengketin pesend bike. 
Berhem Salih, got: “Çendîn sale dudiliya hêzên siyasî ji pesendkirina yasaya neft û xazê, bûye sedem ji bo durustbûna pirsgirêk û krîzan û gîhîştin bi qonaxa niha ku rûbirû derencamên wê bûn e. 
Puknow
mms

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî