Çalakiyên bibîranîna Qonaxa Yekem ya Enfalê li Dola Cafayetî, birêve çû
2022-02-23 01:15     321 Car hatiye dîtin      Şîrove
Monomenta şehîdên Qonaxa Yekem ya Enfalê li Dola Cafayetî
Bîranîna 34hemîn salroja Qonaxa Yekem ya Proseya Enfalê li sînorê Cafayetî, roja Sêşemê (22-02-2022), bi amadebûna berpirsên partiyên siyasî û hikûmî, kesûkarên şehîd û enfalkiriyan, li monomenta Enfala Dola Cafayetî birêve çû.
Qonaxa Yekem ya Enfalê, li Dola Cafayetî 22ê Reşemehê destpê kir û 19ê Adara 1988ê bidawî bu. Operasyon bi herîşên serbazî bo ser gundên Sergelu û Bergelu destpê kir û rojhilatê bendava Dukan û navçeyên Dukan, Mawet û Çwarta û sînorên Surdaş, Serçinar û Qeleçolan berfireh bû.
Armanca operasyona serbazî, jinavbirin û wêrankirina 25 -30 gundanên li Dola Cafayetî û dagirkirina baregehên serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bû.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir