Parlemantoya İraqê pirsa xweberbijêrkirinê ji bo postê serokkomariyê yekalî dike

  2022-03-03 18:05      82 Car hatiye dîtin        Şîrove
Tê çaverêkirin roja Şemiyê dêri ji bo cara sêyem xweberbijêrkînê bê vekirin

Parlemantoya İraqê, roja Şemiyê (05-03-2022) dê bicive û tê çaverêkirin deriyê xweberbijêrkirinê ji bo postê serokkomariyê veke. 
Biryara Parlemantoya İraqê, demjimêr 11:00ê bicive û deng li ser dubare vekirina deriyê xweberbijêrkirinê ji bo postê serokkomariyê bide. Herwiha, dê lijneyên herdem yên parlemantoyê jî bên hilbijartin û cîgirkirin. 
Berê Parlemantoya İraqê du caran deriyê xweberbijêrkînê ji bo postê serokkomariyê vekiribû. Lê cara yekem jiber temamnekirina hejmara parlemanteran ya yasayî ev pirs wek xwe ma. Cara duyem jî jiber neyasayîbûna dubarevekirina deriyê xweberbijêrkirinê, hilbijartina serokkomarê İraqê hat taloqkirin. 
Puknow
MMS 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî