Hêrêma Kurdistan bi resmî di rêkxistina ISO de hat nasîn
2022-03-04 20:59     117 Car hatiye dîtin      Şîrove
Rêkxistina İnternational Organization for Standardization (ISO), bi resmî Herêma Kurdistan nasand wek herêmekê li İraqê.
Rêkxistina İnternational Organization for Standardization (ISO), bi resmî Herêma Kurdistan nasand wek herêmekê li İraqê.
Bi navê Herêma Kurdistanê û li ser daxwaza Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ku Herêma Kurdistan bi resmî bê naskirin û koda taybet bi xwe hebe di serederiyên cîhanî de, îro (04-03-2022), rêkxistina ISO koda IQ-KR ji bo Herêma Kurdistanê diyar kir.
Paş razîbûna rêkxistina ISO û dabînkirina koda taybet bi xwe, Herêma Kurdistan ligor rênîşanên rêkxistina Unicode dikare bibe xwediyê îmociya Ala Kurdistanê.
Ev nasandin, jibilî ku Ala Kurdistanê tê nasandin wek herêmekê di Unicode Standard de, herwiha karhesaniyê dike ji bo bihevregirêdana sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê bi sazî û dezgehên nêvdewletî ve.
Qubad Talebanî derbarê vê mijarê de got: “Ev nasandin dê hevkarê me be di serederiyên elektronî yên nêvdewletî û pêşveçûnên zêdetir ber bi hikûmetekî elektronî ve. Ev nasandin dê alîkar be di proseya bazirganî ya elektronî û posta nêvdewletî û geşekirina kerta bankayê li Herêma Kurdistanê”.
Koda Herêma Kurdistanê, niha parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhok li xwe digre û daxwaza koda parêzgeha Helebceyê jî hatiye kirin.
Rêkxistina İnternational Organization for Standardization (ISO) rêkxistinekî cîhaniye taybete bi danîna pîverên rêpêdana bazirganî û pîşesaziyê. Karên wê peywendîdare bi teknolojî û durustkirina peywendiyên nêvbera sazî û dezgehên welatan. Heta niha 160 welat di vê rêkxistinê de hatine nasîn.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir