Heta niha 149 parlementer beşdarî civîna giştî ya Parlemantoya İraqê nabin
2022-03-26 12:32     166 Car hatiye dîtin      Şîrove
Divê herî kêm 220 parlemanter di civînê de amade bin ji bo hilbijartina serokkomar
Biryare, îro civîna giştî ya Parlemantoya İraqê birêve biçe ji bo hilbijartina serokkomar, lê hejmarek zêde parlementer biryar dane beşdarî civînê nebin.
Heta niha 149 parlementeran biryar dane ku beşdarî rûniştina îro ya Parlementoya İraqê nebin.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) 19, Çarçoveya Hemahengî 84, Îşraqet Qanûn (Ronahiya Qanûn) 12, Yekgirtiya Îslamî a Kurdistanê 4, Komela Dadgerî 1, Hevpeymaniya Ezim 13, Tevgera Babîlon 5, parlementerên serbixwe 6 û İraqa Serbixwe 5 kursiyên wan li Parlemantoya İraqê hene û beşdarî civîna nabin.
Ji bo hilbijartina serokkomar, herî kêm pêwîste 220 parlemantar di rûniştinê de amade bin ku dike 2/3 ê koma hejmara parlemantaran. Parlemantoya İraqê ji 329 kursiyan pêk tê.
puknow
MMS
Babetên zêdetir