Çi aliyekî dadwerî û yan aliyekî din nabe çareseriyekê ji bo neçareseriya siyasî bisepîne
2022-03-26 15:11     154 Car hatiye dîtin      Şîrove
Dadgeha Federal: Mafê çi aliyekî nîne vê xula parlemantoyê hilbiweşîne
Dadgeha Bilind ya Federal a İraqê, ragihand; Ligor destûrê, çi aliyek nikarê ev xula hanê ya Parlemantoya İraqê hilbiweşînê, İraq welatekî destûriye û xwediyê sîstema xwe siyasî ye.
Dadgeha Bilind ya Federal derbarê hilweşandina vê xula parlemantoyê de daxuyaniyek nivîskî weşand û serincê dikşîne li ser wê yekê ku çareserkirina arîşeyên siyasî girêdayî bendên destûrêye û çi aliyekî dadwerî û yan aliyekî din nabe çareseriyekê ji bo neçareseriya siyasî bisepîne, tenê ligor destûrê nebe.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku mekanîzmayên pêk anîna hikûmetê û parvekirina deshilatan ligor bingeha destûrê hatiye avakirin û İraq welatekî destûriye û sîtema xwe ya destûrî heye.
Civata Dadgeha Bilind ya Federal, tekez li ser wê yekê jî dike ku hilweşandina parlemantoyê ligor Maddeya 64 ya destûrê hatiye diyarkirin û bi praniya reha ya endamên parlemantoyê dibe; ew jî di du rewşan de dibe; yek li ser sêyê parlemanteran daxwaznamayekê pêşkêş bikin, yan serokwezîr bi razîtiya serokkomar daxwaznameyekê pêşkêş bike.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir