Xelatên Zêrîn yên Bilê hatin parkirin

  2022-05-13 01:07      497 Car hatiye dîtin        Şîrove
Yek ji Xelatên Zêrîn Bile bi Selahedîn Demîrtaş hat bexşîn

Roja Pêncşemê (13-05-2022), li Silêmanî li Telara Huner, bi amadebûna Bafil Celal Talebanî, Şanaz Îbrahîm Ehmed, Qubad Talebanî, malbata Îbrahîm Ehmed û girseyekî qerebalix, merasîma parkirina “Xelatên Zêrîn yên Bile” hat lidarxistin. 
Her heşt xelat bi Selahedîn Demîrtaş, Dr. Seîd Beşîr Eskender, Selahî Aştî, Bedîe Dartaş, Muzexaneya Emna Sor, Cemîlê Celîl, Nesrîn Mihemed Ebdulla û Şehramî Nazirî hat pêşkêşkirin. 
Şanaz Îbrahîm Ehmed di axavta xwe de serinc kişand li ser proje, kar û çalakiyên salên bihurî yên Rêkxistina Îbrahîm Ehmed Fawndeyşin û ragihand; îsal jibilî merasîma Xelatên Bile, projeyekî din ya wan temam bûye ku ew jî çapkirina berhemên wêje û fikrî û siyasî yên mamoste Îbrahîm Ehmed in û got: “ ji niha û pê ve koberhemên destnivîs yên erebî jî erkekî siyasî û rewşenbirî yê me ye. 
Şanaz İibrahîm Ehmed, got: “Her li vir bîrokeya destpêşxeriyekî din radigihînin ku kêbirkêya Jana Gel e ji bo romana Kurd, ku dê projeyek be ji bo handana keç û kurên Kurd ji bo wêjevanên lawan yên her çar parçeyên Kurdistan ê”.
Şanaz İibrahîm Ehmed, teqez kir ku çapên edebiyat û nivîsê, tenê bîranînekî mamosta Îbrahîm Ehmed nîne; berova berhemê waneyên sengîn yê rêberê ronahiyê ye ji bo îro û siberoja jiyana Gelê Kurd.
Puknow
Metîn Mihemed 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî