YNK destekê dide hemû gencên ku dixwazin xizmeta Kurdistanê bikin

  2022-05-17 23:21      41 Car hatiye dîtin        Şîrove
Bafil Celal Talebanî pêşwazî li Bokan Caf kir ku şêwezarê Soranî ya Kurdî li wergera Gogil zêde kir

Bafil Celal Talebanî, îro (17-5-2022), li Silêmanî, pêywazî li Bokan Caf kir ku yek ji wan gencaye rolekî giring û hêja di wergêrana elektronik ya Gogilê de gerand di şêwazarê Soranî yê Kurdî de. 
Di hevdîtinê de Bafil Celal Talebanî, rol û keda Bokan Caf û hemû wan ciwanan giranbuha nirxand ku hewlekî giring û heja gerandine ji bo zêdekirina şêwazarê Soranî ya Kurdî di beşê wergeranê yê Gogilê de û got: “Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), pêşwazî û piştgiriyê li hemû hewlekî bi wî awayî dike di warê teknolojiyê de. Divê em hemû bihevre piştgiriya wan gencên jîr û jêhatî bikin û karhesaniyê ji bo wan bikin. Ciwan sermayeyê me yê niştimanî ne; avakirina siberojekî geştir û aramtir girêdayî destek û arîkarikirina gencên me yên xwîngerm û çalak in”.
Bafil Celal Talebanî, piştgirî û piştivaniya xwe ji bo hemû wan gencan anî zimên ku bîrkirinên wan yên dahêneriyê hene û dixwazin xizmeta Kurdistanê bikin û axavta xwe wiha bi dawî kir: “Em xizmetkirina gencên Kurdistanê bi erkê xwe dizanin û deriyê me ji bo hemû hewlên bi wî awayî vekiriye, bi rêz û hêjayiyê pêşwazî lê dikin”.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî