Serarastkirina yasaya hilbijartinan xwastekî giştî ye
2022-05-18 00:19     31 Car hatiye dîtin      Şîrove
YNKê ûTevgera Goranê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê nirxand
Wefdekî bilind ya Yekîtiya Nişmaniya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya Endamê Desteya Rêveber ya Polîtburoyê Rizgar Elî, endamên polîtburoyê Emîn Babe Şêx, û Dr. Mîran Mihemed Ebas, endamên Civata serkirdayetiyê Hemeyê Heme Seîd û Salar Serhed Xelîfe, îro (17-05-2022), li Silêmanî, serdana Tevgera Goranê kirin.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û İraqê, jiyan û debara hemwelatiyên Kurdistanê û miaşxweran hat nirxandin.
Herdu aliyan serinc kişandin li ser rewşa çeqimayi ya siyasî ya nêvbera aliyan, pêşkevtinên metirsîdar ji bo têkdana yekrîziya nêvbera aliyan û proseya siyasî ya Herêma kurdistanê û tekez kirin; pêwîste bilez astengiyên li pêşiya lihevnêzîkbûna aliyan bên rakirin, helwestê hevpar yê niştimanî li ser yasaya hilbijartinan ku bûye xwastekî giştî li seranserê Herêma Kurdistanê bê nîşandan û destkevtên hen bên parastin.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir