Pêwiste nûnerên rastîn yên pêkhateyan di deshilatên yasadanîn û cîbicîkirinê de nûneratiya pêkhateyan bikin

  2022-05-19 20:55      31 Car hatiye dîtin        Şîrove
Wefdekî YNKê serdana Eniya Turkmen kir

Wefdekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi serpereştî endamê Polîtburoyê û berpirsê Ofîsa Peywendiyan Emîn Babe Şêx, îro (19-05-2022), li Hewlêrê, serdana Eniya Turkmen kir û ji aliyê endamê polîtburoyê û berpirsê Eniya Turkmen li Herêma Kurdistanê Aydin Merûf vê pêşwazî lê hat kirin. 
Di civînê de hat teqez kirin ku sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê rengê pir pêkhateyî be; dijî her hewlekî jî bê derketin ku rûyê wê bi aliyê deskarîkirina rêjeya kursiyên kota yên pêkhateyan û rakirina jingeha bihevrejyanê be li Herêma Kurdistanê û pêwiste nûnerên rastîn yên pêkhateyan di nêv deshilatên yasadanîn û cîbicîkirinê de nûneratiya pêkhateyan bikin. 
Wefda YNKê, bihêzkirina yekrîziya niştimanî û parastina aramiya Herêma Kurdistanê bi rêya beşdariya hemû pêkhateyan bi armanca parastina îstîkrar û xweşguzeraniya zêdetir ji bo hemwelatiyan giranbuha nirxand.
Wefda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) parastina mafên tev pêkhateyan ji bo gerandina rola xwe ya bandor, bi taybetî ji bo bidestxistina mafên pêkhateya Turkmen giranbuha zanî û ragihand; YNK şanaziyê bi wê rêbaza Serok Mam Celal dike ku xwe bi parêzvanê hemû pêkhateyan dizane. 
Puknow
Metîn Mihemed








Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî