Xwîna hemwelatiyên me pîroze û divê pîroziyên me bên parastin
2022-05-21 21:50     104 Car hatiye dîtin      Şîrove
YNK bombebarana balafirên Turkiyê bo ser nahiya Axceler a Çemçemal û Kampa Mexmûrê şermezar dike
Em bi xemgîniyek kûr temaşe li bûyera ewlehî û sînorbezandinê dikin û bombebarana balafirên Turkiyê bo ser nahiya Axceler ya ser bi navçeya Çemçemal û kampa penaberan ya Mexmûrê dikin ku çar hemwelatî şehîd ketine û heşt hemwelatî jî birîndar bûn e.
Ligel sersaxîkirin li malbat û kesûkarên wan yên rêzdar, em bilez daxwaza rawestandina van êrişan dikin. Em bang li Hikûmeta İraqê dikin ku erkê xwe yê destûrî û niştimanî ji bo parastina xak û asmanê İraqê bi Herêma Kurdistanê ve cîbicî bike û bi rêya kanalên dîplomasiyê hişyariyê bi Hikûmeta Turkiyê bide.
Hevdem Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser vê bûyerê, gazî Serkonsolê Turkiyeyê bike û daxuyanî jê bê xwestin. Çunkî çi bahaneyek nîne bi sedema sînorbezandinê, xelkê sivîl di warê canî û madî de zererê bibîn e. Xwîna hemwelatiyên me pîroze û daxwaz dikin pîroziyên me biparêz e. Veger ji bo gotûbêj û lihevtêgihiştinê jî bibe kilida çareseriya pirsgirêkan.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir