Merasîma derçûna Xula 16hemîn ya Akademiya Serbazî a Qeleçolan hat lidarxistin
2022-05-22 14:38     190 Car hatiye dîtin      Şîrove
503 efseran bawernameyên xwe wergirtin
Merasîma derçûna xula 6 ya efseran û xula efserên Pêşmerge ya Akademiya Serbazî a Qeleçolan, îro (22-05-2022), li Silêmanî, bi beşdariya Bafil Celal Talebanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî birêv çû.
Di merasîmê de bawername bi 503 efseran hat dayîn.
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl di gotara xwe de serinc kişand li ser metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê û statuya wê û ragihand; rewşa heyî ya Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku zêdetir bihevre kar bêkirin.
Şoreş Îsmaîl, got: “Me li ser rêkxistina hêzên Pêşmerge wek yek tîm kar kiriye û pêngavên baş di warê çaksaziya serbazî ya Pêşmerge de avêtiye. Me aboneya hizbî û karê partiyî li nêv Wezareta Pêşmerge nehiştiye”.
Wezîrê Pêşmerge daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ku çi hêzekî Pêşmerge li derveyî Wezareta Pêşmerge neyê damezrandin.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir