YNK paş her qonaxekî hestiyar û dijwar xurtir bû ye

  2022-05-29 00:47      166 Car hatiye dîtin        Şîrove
Qubad Talebanî: Gele Kurd çaverê YNKya pêşeng dike

Endamê Civata Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serpereştê Dîdara YNKê Qubad Talebanî di Hevdîtina YNKê de ku duhî (28-05-2022), li Silêmanî destpê kir, gotarek pêşkêş kir. 
Qubad Talebanî di gotara xwe de serinc kişand li ser dîrok û qonaxên hestiyar ku YNKê jê derbaz bûye û wiha axivî: 
“Dîdara YNKê dê rê li ber nêzîkbûna YNKê li girseya gel xweş bike, çunkî gellek kes di wê baweriyê de bûn, YNK paş Mam Celal nikare xwe li ber rewşa dijwar rabigre; lê, YNK neherifî û li ser piyên xwe rawestiya. Lewra, her kesê di wê baweriyê de ye ku YNK li ber herifînê ye xeyalê dibîne”.
“YNK dê bibe ew hêz ku teqleyê bi fîlê bike, çunkî xelk çaverêye YNK afirêner û pêşeng be û dawî bi biryarên takrewî bîne. Jiber vê jî rexne lê tê girtin, YNK tekane partiye ku rexne digre û rexne jî qebûl dike”.
“Bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî, me karî aramiyê vegerînin nêv partiyê û pêdaçûnê bi siyaseta partiya xwe bikin. Herwiha, pêwîste em dariştinekî rastbêjî ji bo partiya xwe bikin û YNK baştir û xurtir bikin. Çunkî, ligel cûdabûna hejmarek serkirde ji YNKê, Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê karî li ser piyên xwe rabiweste”.
“Divê em tenê bi axavtê, berovajî bi pêngavên kirdar pirsgirêkên hene çareser bikin û siyaseta xwe li ser hemû arişeyên hene darijînin”.

Puknow 
MMS







Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî