Partiya Teketul a Tunisê serdana YNKê kir
2022-05-30 15:20     224 Car hatiye dîtin      Şîrove
Xurtkirina peywendiya nêvbera neteweyên Kurd û Ereb giranbuha hat zanîn
Wefda Bilind ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (30-05-2022), li Silêmanî li avahiya polîtburoya YNKê, pêşwazî li wefdekî Partiya Teketul a Demokratîk ji bo Kar û Azadiyan a Tunisê kir.
Wefda YNKê serdana Partiya Teketul a Tunisê giranbuha nirxand ku ligel partiyên pêşkevtinxwaz yên cîhana erebî armanca wan xurtkirina peywendiya birayetiya Kurd û Ereb e.
Serokê Partiya Teketulê jî ragihand; dostayetiya nêvbera hurdu aliyan vedigere ji bo beşdariya aktîf ya YNKê ligel kongre û civînên cîhana erebî di Sosyalîst Enternosyonê de.
Serokê Partiya Teketul a Tunisê serinc kişandli ser li ser rewşa siyasî û aborî ya welatê xwe û di gellekî waran de şiban rewşa İraqê û got: “Lê li wir destûrek heye ku dewletekî medenî li ser hatiye damezrandin û piraniya aliyên pêşkevtinxwaz yên Tunisê ji bo lihevtêgîhiştin bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û krîzan li ser hevra ne”.
Wefda YNKê ji endamên desteya rêveber a polîtburoyê Dr. Xesrew Gul Mihemed, Rizgar Elî, Aso Mamend û endamê polîtburoyê Emîn Babe Şêx û endamên civata serkirdayetiyê Ehmed Eskerî û Serkewt Xefûr pêk hatibû.
Wefda Partiya Teketul a Tunisê jî ji serokê partiye Dr. Xelîl El Zawiye, Cîgira Serok Hale Bin Yusif, Sekreterê partiyê Kemal Kirkurî û Esma Bin Salih û Samya Milikî Fîsî pêk hatibû.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir