YNK bi nerîngehek nû berdewamiyê dide bi rola xwe ya netewî û niştimanî

  2022-05-31 23:29      82 Car hatiye dîtin        Şîrove
Peyama Polîtburoyê bi bûneya 47hemîn salroja damezrandina YNKê

Civaka Kurdistanê!
Kesûkarên serbilind yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, têkoşerên rêya rizgariyê, xebatkerên rîzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), bi slavekî germ ya hevaltiyê pîrozbahiya bîranîna 47 saliya demazrandina YNKê û 46 saliya destpêkirina Şoreşa Nû li we dikin.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) di rewşek dijwar ya paş şikestê û ji bo serxistina projeya rizgarî û serfiraziya Gelê Kurdistanê, bidestxistina maf û daxwazên wê li ser bingeha mafê çarenivîsê hate meydana xebatê. Serok Mam Celal û rêhevalên wî destpêşxeriya dîrokî kirin û paş derbazbûna salekê jî bi ser damezrandinê ve sedan hezar têkoşer bûn hevîna destpêkirina Şoreşa Nû. Ev karvan ku herdem armanca mezin daye ber xwe  û hêj rêyek dûrûdirêj ji bo wê armancê maye; tevgera xebat û qurbanîdan bi lîderiya Serok Mam Celal û bi giyanên pîroz yên hezaran şehîd û rencên sedan hezar têkoşeran karî bigihêje qonaxa federalî û Serok Mam Celal jî bû yekem serokê hilbijartî yê İraqa demokratîk û federal.
Hevalên xweşdivî!
Di demekê de em wê roja geş û pir serwer ya YNKê pîroz dikin, gellek bûyer li ser astê Dinya, Rojhilata Navîn, İraq û Kurdistanê hatine rojevê ku wiha ji me dixwaze YNK bi nerîngehek nû rola xwe ya bandor bigerîne û erkê nû yên niştimanî û neteweyî bigre stuyê xwe. Li ser astê Kurdistanê wek YNKê, em pêbendin bi parastina yekrîziya hêzên siyasî, da ku kodengî û yekgirtiyiya Gelê Kurdistanê bikin bingeha karê xwe yê hevbeş ligel aliyên İraqê ji bo beşdarîkirina aktîf ya Kurd di proseya siyasî, rêkevtin, şirîkî, parastina para neteweyî û demokratîk di hikûmeta siberojê ya İraqê de. Siyaseta bi vî cûrî, rewşa çeqîmayî û nelibar ya welêt dê bixwe ser rêça rast û durust ya çareseriyê û rê li pêşiya geşkirina jiyan û debara Civaka Kurdistanê jî veke.
Hevalên têkoşer!
Di demekê de em herdu bûneyên şikodar bibîr tînin, îsal Dîdara YNKê ji bo nûbûn û çaksaziyê têkel bi bîranîna salroja damezrandinê bû ye. Ev dîdar bi rêya beşdariya nûnerên hemû organan  ji navçeyên cûrbicûr, nexşerêyekê nû ya karkirinê tîne meydanê. Biryar û rênîşanên wan hemû astengî û rêgiriyan liber çav digre û rêçareya nû ji bo xebata partî û hikumraniyê pêşniyar dike, da ku em bihevre erkê partî, demokratî û niştimanî biser bixin. 
Hevalên Xweşdivî!
Em hemû dizanin Herêma Kurdistan ber bi hilbijartinên giştî ve diçe û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan jî bi germûgurî piştivaniyê li lidarxistina hilbijartinê dike bi rêya sererastkirina yasaya hilbijartinan û pêk anîna komisyona serbixwe a hilbijartinan û paqijkirina lîsta dengderan. Em daxwaz jî dikin nîqaşên peywendîdar bi hilbijartinan bi zimanekî aram birêve biçin. Ji bo ku aştiya Kurdistanê bingeha pêşxistina demokrasî û hikumraniyekî baştir bixulqîn e. Ji bo vê armancê jî Serok Bafil Celal Talebanî tekez li ser amadeyiya YNKe kir ji bo gotûbêjên avaker bi armanca hilbijartinekî pak û zelal ku di çend rojên raborî de ragihand “ji bo guherînên rastîn di hikumraniya Kurdistanê de bikin”.
Carekî din pîroz be salroja damezrandina YNKê û destpêkirina Şoreşa Nû.
Ruhê şehîdan şad û bîranînên wan her zindî be.
                                                                                          Polîtburoya 
                                                                        Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)
                                                                                          01-06-2022
Puknow
Metîn Mihemmed

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî