YNK partiya kadroya ye û kadro û têkoşerên dêrîn rasterast siyaseta YNKê diyar dikin
2022-06-01 01:29     268 Car hatiye dîtin      Şîrove
Danezana encamê Yekem Dîdara Salane a YNKê
Hevalan slavê bidawîbûn û serkevtina Dîdara YNKê li we be.
Herçende salan ji bo bîranîna damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) tenê aheng dihat gerandin û me şehîd û Mamê me yê rêber bibîr dianî, lê îsal em bi awayekî cûda salroja damezrandina partiya xwe ya têkoşeran bibîr tînin. Çi ahengek ji wê xweştir û xweşiktir û baştire ku bi rêya Dîdara YNKê, me biryara jiberçevderbazkirina siyaset û dariştina armanc û plana nû û guncaw ligel xwast û daxwazên Civaka Kurdistanê daye. Çi bibîranîna şehîden me ji wê hêjatire ku me biryar daye Dîdara YNKê ji bo pêdaçûnê bi siyaset û helwest û dariştina nerîna xwe bikin kulturek salane, da ku YNK wek herdem pêşengê nûgeriyê be li Kurdistanê. Herwiha çi rêzgirtinek li kadro û têkoşerên me yên dêrîn û nû ji wê rastbêjtir û giranbuhatire ku di Dîdara YNKê de rasterast beşdar bin di diyarkirina siyaset û helwestê partiya xwe de. Em di wê baweriyê de ne bi serkevtiyî bidawbûna dîdar û çespandina dîdarê wek kultureke salane ya nûkirina rastîn YNKê ye. Ji aliyekî ve cejna me ya îsal bûye bi du cejn û ji aliyê din ve ev xwenûkirin bi awayê herî baş bîranîna damezrandina partî û têkoşerên me gellekî watedartir kiriye ku canên xwe yên şêrîn ji bo armancên YNKê bexşîne, yan ji bo YNKê westiyane û renc dan e.
Hevalan demek bû, pêwîstiya YNKê li derveyî sloganê bi xwe nûkirinê hebû, demek sal bû hewceyî bi dariştina siyaset û vegera armancên wê bû ji bo nav kadro û têkoşerên xwe û beşdariyê bi wan bike. Îsal di vê dîdara resmî de bi serpereştiya heval Qubad Talebanî, me dest bi vê pêngava giring kir. Me bi kirdar selmand ku YNK partiya kadroyane û rola kadroyan ji niha û pê ve di nêv partiyê de dê zêdetir be. Dema partî dibe partiya kadroyan û bihezaran kadro li bajar û bajarokên cûda beşdar dibin di diyarkirina siyaseta partiyê de, bi dilniyayî ew partî dibe partiya civakê. Çunkî, kadroyên YNKê ji nêv civakê hatine, hilgirê xwast û daxwazên xelkê ne; YNK ku li ser bingeha du rêmanên kurdayetî û dadperweriyê dameziriye, ji niha û pê ve herdu bingehan dê di nêv xwe de xurtir bike. Di vê qonaxê de ku welatê me ji destê pirsgirêka dadpereweriya civakî dinale, ji niha û pê ve YNK di hemû siyaset û helwestên xwe de pirsa dadperweriya civakî dê ji xwe re bike bingeh û berfireh bike.
Derbarê pirsa hikumraniyê jî de wek Serok Bafil Celal Talebanî ragihand, berê gellek kêmasiyên me hebûne û şaşiyên mezin hatine kirin. Lê, êdî YNK tenê ne rê bi dubarebûna wan şaşiyan nade, herwiha YNK li ser astê Kurdistan û İraqê jî dê bibe partiye pêşeng ji bo rastkirina rêya hikumranî û avakirina hikumraniyekî tendurist. Hikumraniyek tendurist bi nerîna me, tenê ne hikumraniyekî şefaf û destpake, herwiha hikumraniyekî zanistî ye jî; bi wê wateyê nabe ligor hez û baweriya takekesî çi pêngavek bê avêtin, berovajî her plan û siyaset divê berê di warê zanistê de ji aliyê pispor û akademisyenan ve hatibe darijtin û heta astekî ji encamên we dilniya bin, da ku êdî xelk jiber şaşiyên hikumraniyê nekevin metirsiyê.
Di dawiyê de carekî din em bîranîna damezrandina YNKê û bi serkevtî dawîbûna Dîdara YNKê li hemû hevalan û girseya YNKê pîroz dikin. Destê hemû hevalan bi germî digoşin û destên wan sax be û qewet be û spas ji bo we hemûyan re; bihevre ber bi cîbicîkirina rênîşanên dîdarê, paş pesendkirina we li Civata Serkirdayetiyê û geşeya berdewam ji bo YNKya we ya têkoşeran.
Dîdara we baş û herdem serfiraz bin.
Lijneya Bilind a Dîdara YNKê
31-5-2022
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir