Hemû hêz û aliyên siyasî li ber rewşekî çarenivissaz de ne
2022-06-15 23:52     60 Car hatiye dîtin      Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys Xezelî
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (15-06-2022), li Bexdadê li mala Mam, pêşwazî Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys Xezelî kir.
Herdu aliyan, rewşa giştî ya İraqê û yekxisina hewlên ji bo pêk anîna hikûmeta nû a İraqê nirxandin û teqez li ser çareserkirina pirsgirêkan û xurtkirina hewlan kirin ji bo zalbûn bi ser astengiyan û gîhîştin bi rêkevtinekî niştimanî li ser bingeha hevpariya rastîn ku çarçoveya wê destûr û berjewendiyên giştî be.
Di hevdîtinê de bang li hemû hêz û aliyên siyasî hat kirin ji bo lidarxistina civînekî niştimanî û çareserkirina arîşeyan, da ku li ser maseya gotûbêjê bicivin û bigihêjen rêkevtinekî ji bo rizgarkirina İraqê ji vî rewşa siyasî; hikûmetek jî bê durustkirina ku İraqê ber bi îstîkrara siyasî, civakî û aborî ve bibe.
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî, xemxwerî û rijdiya YNKê ji bo rêkevtin û çareserkirina pirsan anî zimên û got: “Em hemû li ber rewşekî çarenivissaz de ne. Pêwîste biryarên me di xizmeta gel û welêt de bin. Giyanê yekgirtiyî û bihevreyiyê bihêztir bikin û em hemû pêngavê ber bi siberojekî geş biavêjin.
Puknow
Metîn Mihemed
Babetên zêdetir