YNK ne mulkê kesekîye, mulkê gel e

  2022-06-25 20:50      50 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî pêşwazî kesayetiyên hêja yê Eşîreta Hemenwend kir

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, îro (25-06-2022), li Silêmanî li Dabaşan, pêşwazî li kesayetiyê diyar yê sînarê navçeya Çemçemalê Mistefa Xefûr Axayê Hemewend û jimareyek kesayetiyên din yên wê hozê kir. 
Di hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî, rola hoza Hemewend di xurtkirina tebayî û birayetiyê li navçeyê giranbuha nirxand û got: “YNK ne mulkê me ye, berovajî mulkê girseya xwe ya dilsoze û her ew berdewamiyê bi wê û rêbaza wê didin”.
Bafil Celal Talebanî, rola û pêgeha eşîret û kesayetiyên civakê giring zanî û wiha axivî: “Rola we ya giring hebûye di parastina buhayên kurdewarî û pêşxistina tebayî û bihevrejiyanê de. Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) hewlên we hêja dizane û qedrê wê dizane”.
Mistefa Axayê Hemewendî jî rola Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî girabuha nirxand ku berdewam hewkar û piştivan bûye û herdem di berjewendiyê giştî de kar dike. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî