YNK ligel lidarxistina hilbijartinekî pak û şefafê di dema xwe ya diyarkirî de

  2022-08-17 15:04      41 Car hatiye dîtin        Şîrove
Berpirsê Dezgeha Peywendiyên YNKê û Wefda Konsolxaneya Hollandayê civiyan

Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Dezgeha Peywendiyan a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babe Şêx, îro (17-08-2022), li Silêmanî, pêşwazî li cîgira serkonsolê Hollanda ya li Herêma Kurdistanê Mayke Kayzer û wêfda pê re kir. 
Di hevdîtinê de ku Berpirsê Beşê Peywendiyên Derve yê YNKê Serkewt Mihemed Xefur jî amade bû; pêşkevtin û bûyerên giring yên siyasî ku li Herêma Kurdistan û İraqê rû didin hatin nirxandin. 
Herdu alî hevra bûn ku hewceye aliyên siyasî rêçareyekê ji bo vê rewşa siyasî ya çeqîmayî bibînin û pirsgirêkan bi rêya danûstan û destûrê çareser bikin. 
Endamê Polîtburoyê Emîn Babe Şêx, ragihand ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştgiriya her destpêşxeriyekî guncaw dike ji bo rizgarbûn ji rewşa heyî, da ku berdewamî bi hevrikiyê neyê dayîn. 
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser pêşhatên siyasî û hilbijartinên Parlemantoya Herêm Kurdistanê jî hat kirin; lidarxistina hilbijartinekî pak û şefaf di dema xwe ya diyarkirî de, pakkirina lîsta dengderan, parastina mafên kemîneyan û bikarneanîna wan ji bo berjewendiyên siyasî yên çi aliyekî giranbuha hat zanîn. 
Derbarê çawanî bihêzkirina peywendiyên nêvbera Hollanda, Herêma Kurdistan û İraqê de biryar hat dayîn ku peywendiya heye ji bo berjewendiyên herdu gelên dost bên xurtkirin û berdewam pê bê dayîn. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî