Ji bo hilbijartinekî pak û şefaf divê lîsta dengderan bê pakkirin û mafên kemîneyan parastî be

  2022-08-17 16:04      53 Car hatiye dîtin        Şîrove
Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Dezgeha Peywendiyan a YNKê ligel wefdekî Konsolxaneya Brîtanya civiya

Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Dezgeha Peywendiyan a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Emîn Babe Şêx, îro (17-08-2022), li Silêmanî, pêşwazî li berpirsê beşê siyasî yê Konsolxaneya Brîtanya ya li Herêma Kurdistanê Ceymis Çariltin kir. 
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa siyasî a İraqê, sernekevtina gotûbêjên aliyên siyasî û pirsgirêka pêk anîna hikûmeta nû hat kirin. 
Emîn Babe Şêx, ragihand; Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştgiriya her destpêşxeriyekî guncaw dike ji bo rizgarbûn ji rewşa heyî ku Kurd bi yek deng biçin Bexdadê û nebin sedema têkdana malên pêkhateyên din û destûr serwer be.
Di civînê de serinc hat kişandin li ser pêşkevtinên siyasî yên li Herêma Kurdistanê û mijara hilbijartinan; herdu alî hevra bûn li ser lidarxistina hilbijartinekî pak û şefaf di dema xwe de ligel pakkirina lîsta dengderan, parastina mafên kemîneyan û bikarneanîna wan di berjewendiya çi aliyekî de. 
Pêşxistina peywendiyên nêvbera Herêma Kurdistan, İraq û Brîtanyayê di hemû waran de giranbuha hat zanîn bi taybetî di têkoşîna dijî bihêzbûna DAIŞê de wek dujminekî hevbeş ya herdu aliyan. 
Piştgirî û hevkariyên Brîtanya yên ji bo Herêma Kurdistanê jî giranbuha hat zanîn. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî