Civata Serkirdayetiya YNKê civiya
2022-09-18 19:34     76 Car hatiye dîtin      Şîrove
Civata Serkirdayetiya YNKê civîna xwe ya asayî bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî lidarxist
Civata Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (18-09-2022), li Silêmanî li hola civînên encumenê, bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî civîna xwe ya asayî lidarxist.
Di civînê de karûbarên mekteb û organên YNKê hatin nirxandin û rêkarên pêwîst hatin destnîşankirin.
Mijarekî din ya civînê taybet bû bi pêwîstiya parastin dîroka pir ji serwerî û şanazî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Şoreşa Nû a Gelê Kurd.
Di civînê de biryar hat standin ku ji bo berevanîkirin li tevgera wê dîrokê ji her şêwandin û çewaşekirinê, bi rêya belge û dokumantên pişrastkirî berevanî li wê dîrokê û serweriyên wê bêkirin. Bi taybetî bersiva ew hemû neheqiyan bê dayîn ku demeke bi rêya çend pirtûkên çewaşekariyê derbarê dîroka YNKê û serkirdeyên wê de hatine kirin û dîroka Gelê Kurd û remzên wê ji rêya wê derdixin.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir