YNK diyalog û rêkewtina niştimanî li ser bingeha destûr û hevpariya rastîn giranbuha dizanin

  2022-09-20 12:52      24 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serok Bafil Celal Talebanî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî civiyan

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, duhî (19-09-2022), li Bexdadê civiyan. 
Di civîne de gotûbej li ser rewşa siyasî û derbazbûn ji astengiyan û pêngavên rizgarbûn ji wan astengiyên siyasî yên İraq jê derbaz dibe hatkirin. 
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di axavta xwe de teqez li ser diyalog û rêkewtina niştimanî li ser bingeha destûr û hevpariya rastîn kir û got: “İraq ji rewşekî siyasî ya hestiyar re derbaz dibe. Erkê hemû aliyekiye bi giyanê berpirsyariyê serederiyê bike û kar ji bo avakirina siberojekî bi îstîkrar bikin”.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî