Divê aliyên siyasî bi nermî tevbigerin û sazişê ji daxwazên xwe bikin

  2022-09-20 13:40      38 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û Serokê Desteya Heşdî Şeibî Falih Feyaz civiyan

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Serokê Desteya Heşdî Şeibî Falih Feyaz, îro (20-09-2022), li Bexdadê civiyan. 
Di civînê de ku endamên Polîtburoya YNKê Şalaw Kosret Resûl û Xalid Şiwanî jî amade bûn; gotûbêj li ser pêşkevtinên siyasî û nehiştina aloziyan hatkirin.
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî, teqez li ser pêk anîna aştî û îstîkrarê kir û daxwaz ji aliyên siyasî kir ku bi nermî tevbigerin û sazişê ji daxwazên xwe bikin; çunkî, jiyan û debara hemwelatiyan karê serekeye û divê hemû pêngav berbi vê arasteyê ve bên avêtin.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî