Malbendên YNKê yên navçeyên Kurdistanî karîn û helwestên xwe rêkdixin

  2022-09-23 11:32      75 Car hatiye dîtin        Şîrove
Malbendên Şengal, Kerkûk, Duzxurmatû, Mexmûr û Xaneqîn yên YNKê civiyan

Malbendên navçeyên qutbûyî yên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yen Şengal, Kerkûk, Duzxurmatû, Mexmûr û Xaneqîn bi serpereştiya endamê Desteya Rêveber yê Polîtburoya YNKê Aso Mamend û bi amadebûnu serokê Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê civiyan. 
Di civînê de gotûbêj li ser rêkxistina karîn û helwestên YNKê û hêzên siyasî yên Kurdistanê hatkirin ji bo berevanîkirina li daxwazên şêniyên navçeyên qutkirî di warê jiyan û xizmetguzariyan de çi ji aliyê Hikûmeta Merkezî û çi ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve. 
Aso Mamend di axavta xwe de ragihand; YNK xelk û xaka van deveran beşek ji stratejiya xwe ya demdirêj  dizane û di çarçoveya siyaseta rast û durust ya Serok Mam Celal de ji bo bihevrejiyan û pêşkêşkirina xizmetê bi Gelê Kurdistanê, bi hemû awayekî berevaniyê lê dike. 
Mamend, got: “Pêwîste wek YNKê siyasetekî gelemperî ya Kurdistanî li tev navçeyên qutkirî liberçavan bêgirtin. Bihevre berevanî lê bikin û bikin beşek ji nequtbûyî ji siyaseta hemû aliyên Kurdistanî, bi taybetî YNK ku li wan hemû navçeyên nûnerên wê yên Parlemantoya İraqê hen e”.
Di civînê de projeyasayek peywendîdar bi navçeyên qutkirî jî hat nirxandin; Dezgeha Ragihand û kanalên ragihandinê yên YNKê hatin erkdarkirin ku giringiyek zêdetir bi wan navçeyan bê dayîn di warê pirsgirêkên cûrbicûr û civakê de. 
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî