Weqfa Serok Celal Talebanî dest bi kar û çalakiyên xwe dike
2022-09-26 19:55     292 Car hatiye dîtin      Şîrove
Logoya Weqfa Serok Celal Talebanî (PJTF)
Weqfa Serok Celal Talebanî di demek nêz de wê bê ragihandin û yekemîn çalakiya wê jî bi lidarxistina merasîma pênchemîn salroja Serok Celal Talebanî destpê dike ku biryare li Hewlêr bê kirin.
Hemû karên weqfê û rêkarên yasayî temam bûne û rêdana resmî ji hikûmetên İraq û Herêma Kurdistanê hatine wergartin û balyoz Dr. Muhamed Sabîr rêveberê weqfê ye.
Rêveberê Weqfa Serok Celal Talebanî Dr. Muhamed Sabîr bi PUKMEDİA ragihand; hemû karên yasayî yên weqfê temam bûne û biryarê 28ê Îlonê bi civînek rojnamevî ya taybet, damezrandina Weqfa Serok Celal Talebanî bê ragihandin.
Merasîma bîranîna pênchemîn salroja wefata Serok Celal Talebanî, dê yekemîn çalakiya weqfê be û ev bîranîn roja 3ê Cotmehê dê li Hewlerê bireve biçe.
Di wê bîranînê de ji bo şikoya netew û niştiman Serok Celal Talebanî, jimareyek serok, serkirde, balyoz, dîplomatkarên biyanî, İraqî û nêvxweyî, kesayetiyên navdar, wezîr û hevreyên dêrîn yê Serok Celal Taleanî û gellek kesayetiyên din jî hatine vexwend in.
Dr. Muhamed Sabîr, aşkere kir ku nêzîkî 4 – 5 heyv kar li ser damezrandina weqfê kirine û niha karên xwe temam kirine û peyrewa nêvxwe amade kirin e.
Ligor peyrewa nêvxwe; weqf nehukûmî, serbixwe, qezencnexwaz û bê aliye, weqfekî çandî, mirovî û niştimanî ye. Kar ji bo nasandin, parastin, arşîvkirina jiyan û xebata Serok Celal Talebanî dike.
Peyrewa Weqfa Serok Celal Talebanî ji 20 maddeyan pêk hatiye û wêneyekî Serok Celal Talebanî kirine logaya weqfê û bi hersê zimanên Kurdî, Erebî û Îngîlizî di jêrê de hatiye nivîsandin; “Weqfa Serok Celal Talebanî (PJTF)”.
Bingeha wê ya sereke li Silêmaniyê ye û dikare li hemû bajarên din yên İraqê û li derveyî welêt şaxên xwe veke û di warên rewşenbîrî, geşepêdan û pêşxistinê de dê kar bike.
Armancên weqfê pêk tê ji parastin û komkirina arşîva Serok Celal Talebanî wek arşîvekî neteweyî û niştimanî, pêşxistina rewşenbîrî, lêkolînên akademîk li ser raman, jiyan û siyaseta Serok Celal Talebanî.
Herwiha di civaka Kurdistan û İraqê de dê kar ji bo geşekirina mafê mirov, azadî, yeksaniya cenderî û buhayên mirovî di warê cenderî û kulturî de bike.
Puknow
MMS
Babetên zêdetir