Malpera PUKMEDİA dest bi weşanê kir

  2022-09-27 12:54      84 Car hatiye dîtin        Şîrove
Malpera PUKMEDİA dest bi weşana xwe ya nû kir. www.pukmedia.com/KK/Home

Malpera PUKMEDİA, duhî (26-09-2022), dest bi weşana xwe ya nû kir ku nûçe û helwestê resmî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) belav dike. 
PUKmedia bi awayekî nû û paş guherînê di naverok û dîzayna wê de dest bi kar û çalakiyên xwe kir û niha beşên Kurmancî, Soranî û Erebî nûçe û zanyariyan digihînin xwênerên xwe û di demek nêz de beşê Îngilîzî jî dest bi weşanê bike. 
Berpirsê Dezgeha Ragihandina YNKê Stran Ebdulla serdana malpera PUKmedia kir û ji nêz ve serinc, têbînî û pêşniyarên xwe yên rojnamenivîsê derbarê erk û karên medyayê de ji bo karmendan vegot û piştgiriya xwe ya temam ji bo malperê anî zîmên ku wek herheyî PUKMEDİA dengê rastbêjî û destpêşxeriya zanyariyan be, bi cûrekî ku çavkaniya piraniya ragihandinan be; nûçe û helwestê resmî yên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi raya giştî re parve bike. 
Puknow
MMS

 

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî