YNK û PDK di Hevpeymaniya Birêvbirina Dewletê de cîh digrin

  2022-09-27 21:05      56 Car hatiye dîtin        Şîrove
“YNK û PDK îmze li ser karnameya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê kirin e”

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), karnameya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ya ji bo pirsgirêka pêkanîna hikûmeta İraqê îmze kirin e. 
Peyivdarê resmî yê YNKê Dr. Soran Cemal Tahîr bi malpera Pukmedia ragihand; di nêv hevpeymaniyê de ji bilî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê, Çarçoveya Hemahengî, Hevpeymaniya Serwerî, Ezim û Tevgera Babîlon beşdar in. 
Dr. Soran Cemal Tahîr, aşkere kir; YNK amadeye ji bo qonaxekî nû ya gotûbêj û çareseriya pirsgirêkên İraqê, YNK û PDK îmze li ser karnameya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê kirin e. 
Peyivdarê resmî yê YNKê, got: “Hejmarek xal û daxwazên aliyên Şîe, Sunne û Kurda, têda cîh digrin”.
Ev hevpeymanî bi giştî ji 329 kursiyên parlemantoyê İraqê ji 266 kursiyan pêk tê. YNK 18, PDK 31, Çarçoveya Hemahengî 130, Hevpeymaniya Serwerî 71, Hevpeymaniya Ezim 12 û Tevgera Babîlon bi 4 kursiyan têda cîh digrin.  
Peyivdarê resmî yê YNKê serin kişand li ser wê yekê ku di raborî de rewşa İraqê alozî û neîstîkrarî bixwe ve dîtiye û bandora xwe li ser bizav û mekanîzmaya gotûbêjên pêkanîna hikûmetê durust kiriye û axavta xwe wiha domand: 
“YNK û PDK jî di wê baweriyê de ne ku pêwîste Parlemantoya İraqê dest bi civînên xwe bike ku hilbijartina Serokkomar, erkdarkirina serokwezîr û pirsa pêkanîna kabîneya hikûmetê bi rêya parlemantoyê dibe”.
Dr. Soran Cemal Tahîr derbarê postê Serokkomariya İraqê de teqez kir ku postê serokkomariyê pişka Kurde û di nêv Kurd de para YNKê ye û got: “Em pêbendin bi berbijêrê xwe û li ser vê mijarê di astekî bilind de gotûbêjên me yên ligel PDKê didomin”.
Paş rûxana rejîma dîktator, Serok Celal Talebanî di hilbijartinên 2005ê de ku Gelê İraqê beşdarî têda kir, ji xebata pêşmergetiyê bû bi yekemîn Serokkomerê İraqa Federal. Serok Celal Talebanî, du dewran di nêvbera salên 2005 – 2014ê de  ew erk birêve bir.
Di hilbijartinên 2014 û 2018ê de Dr. Fuad Mehsûm bû bi duyemîn serokkomar.
Dr. Berhem Ehmed Salîh jî sêyemîn serokkomarê Kurd e û hersê serokkomarên İraqê Kurd bûn û para Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bûn.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî