YNK ji edaya xerap ya hikumranî û takrewiya PDKê nerazî ye
2022-11-03 12:34     213 Car hatiye dîtin      Şîrove
Polîtburoya YNKê bersiva buxtannameya Polîtburoya PDKê dide
Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di beyannameya çewaşekarî de bersiva daxuyaniya rast û rewa ya endamê Encumena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefe daye û bilez dest bi şêwandina geşiya rastiyan û têkelkirina kaxezan bi cûrekî ne çi hemwelatiyekî Kurdistanê, belku PDKyî bi xwe jî baweriyê pê nakin.
Di daxuyaniya nivîskî de qaşo behs li pişguhxistina hizbî dikin, di demekê de YNK bi wê tê nasîn, herdem serkirde û têkoşer û xebatgêrên wê pêşrew û serkêşin di çeperên parastina komelên Xelkê Kurdistanê û YNKya xwe de.
Daxuyanî, tometa talûqkirina hilbijartinê dixe stuyê YNKê, Xelkê Kurdistanê ji wê zêdetir hişyartirin ku baweriyê bi buxtanê wiha bikin. Rastî ewe ku PDK dixwast bi wê yasaya kevin a hilbijartinê û tomara pir ji kemûkurtî û şaşî ya dengderan bi bê sererastkirinekî guncaw, biçe nêv proseyekî şêwaw a hilbijartinê ku tenê û tenê di berjewendiya PDKê û sextekariya aşkere û çendbare bûnan de ye.
Hilbijartin li ser bingeha guherîna siyasî û demokrasiya rastûdurust tê kirin ku vê armancê pêk neyne, vêca wek pesendkirina bernameya wan ya sextekariyê ye ku niha bûye ferhenge; tenê ne dijî pirhizbiya Kurdistanê, herwiha dijî kongreya PDKê bi xwe û di nêv endamên wê jî de belav dibe.
Beşekî daxuyaniya Polîtburoya PDKê rondikên tîmsahî ji bo siberoja Herêma Kurdistanê dibarîne û jibîr dibe ku ew PDKye herdem amade bûye û amadeye hemû Herêma Kurdistan û ezmûna me bike qurbaniya berjewendiyên teng yê hizbî û îmaretekî berteng ji bo mayîna xwe, heta ku tiştek bi navê Herêma Kurdistan, hikûmet û îdareyên Kurdistaniyê nemîn in; pîlan û tiştûmiştên herêmayetî şahîdî wê ne û di her tengasiyekî siyasî de xwasta gefbar ya malcîhêyî, herdem beşek bûye ji peyama aşkere û nehênî.
Ev rastiyên aşkere bi axavta nerast; qaşo pirsgirêkên nêvxwe yên YNKê nayên pînekirin, çunkî nevxweyiya PDKê û aloziyên nêvbera balan wiha zeqe ku niha bûye metirsî jibilî ew metirsiyên ku PDKê ji bo Kurdistanê durust kiriye.
Daxuyaniya buxtanhimêz ya Polîtburoya PDKê ku behsa tirsa têkçûna (sernekevtina) hilbijartinê dike, demeke PDK buhayên demokrasiyê di hilbijartinan de jidest daye û ew bi sextekarî û çavtirsandinê kariye di qada piraniyê ya sexte a hikumraniyê de bimîn e. Herwiha, yê ku du têgehên “hevrikî û dujminatî” tevlihev kiriye PDK ye; çunkî her partî û aliyek neçe jêr baskê sîstema takpartîcîtiyê û mil nede ji bo xwesapandina wan bi dujminê xwe zaniye û bi dariştina senaryoyên destkird yên îstîxbaratî û teşhîra medyayî terorîze dikin.
Polîtburoya PDKê bi pozbilindiyê dibêje: “Em ji wê mezintirin biçin cem kesên din û giliyê bikin”; ev jî heman kultura serkhişkî û hesapnekirinê ye ku şêwir û alûvêra bîrara di nêvbera hêzen Kurdistanî de bi eyb dizane. Berova, baweriya YNKê ji bo her pêngavekî, diyalog û şêwiriyê hebûye û xwe ji takrewî û xweferzkirinê dûr girtiye. Şêwiriya YNK ligel hevparên xwe ezmûna Kurdistanê ji bo lava û bergerê nebûye, berovajî ji bo vegotina nerehetiyên hemûyan bûye li ser edaya xerap ya hikumranî û takrewiya PDKê, daku hemû aliyek ji her helwestekî YNKê agahdar bin. Eger civînên ligel aliyan xerap be, ji bo çi piştî serdanên YNKê tengeta bûn û qaşo “wefda hikûmî” pêk anîn û li deriyê aliyan dan?.
Buxtannameya Polîtburoya YNKê behsa dosyeya terorkirina şehîd Hawkar Caf dike; qaşo peştir ji bûyerê haydar bûn, vêca ji bo çi we hewl neda rê lê bigrin û firmêsk û xwînekî ji bo gelê gelê me bigerînin? Yan wê yekê diselmînin ku dibe her hûn bixwe û kesên ji yasayê reviyane ku wê wana veşartine, berpirsin ji wê bûyerê?! Vêca eger behsa tomara terorê bikin, pirêzeya dîrokî a PDKê qet pak nabe û tawanên wê nayên hejmartin ku ya herî nû, şehîdkirina karmendekî aşayîşê bû li Çemçemal û lêdan û destbirin bo ser kesên din li sînorê deshilata YNKê. Êdî ji bo çi ew dosyayên hanê nehatin rojevê û we tawanbar li cem xwe veşartiye û li paytextê jiyanekî baş pêşkêş bi wan tê kirin.
Daxuyaniya Polîtburoya PDKê, dibêje; paş daxwazkirina çend kesekî ji aliyê dadgehê ve, qaşo êrişa YNKê ji bo ser PDKê destpêkiriye; di demekê de biryar wiha bû lijneya hevbeş a lêkolînê li ser her dosyeyekî gumanbar bikole, ne ku her ew bixwe ligor xwasta xwe bandorê li dadgehê û lêkolînê bikin û seneryoyê darijînin û mohra dadgehê lêbidin.
Axavta me ya dawiyê eve, em dibêjin; Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo berjewendiyên giştî, herdem bi nermî û behnfirehî tevgeriyaye û em li ser gellek mafên xwe xweşbûne; lê nabe heta ser em bêdeng bin li ser siyaseta çûdakarî û dorpêça dujminkariyê beramber xelkê navçeyên vî alî yên Dêgele “hetta hemû rewşa dijwar a Kurdistanê” ku heta niha sînorekî durustkirî hilbestina riq û kîna nava we ye.
Hêviya me ewe; derencamê taya serhişkî, kîn û înadê, xeyala “takpartîcîtiyê” û terorîzekirina nerînên cûda ji we dûr bikeve û di kongreya we ya sibê de siyasetekî nû a kurdayetî û tedbîrên siyasî bigrin ber xwe û biryarên niştimanî yên erênî bidin daku ji nîvê zererê veger in.
Polîtburoya
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
02-11-2022
Puknow
MMS
Babetên zêdetir