Jin ji bo pêkanîna jiyanekî azad û bidestxistina mafên xwe xebatê dike
2022-11-04 15:24     41 Car hatiye dîtin      Şîrove
Şanaz Îbrahîm Ehmed 33hemîn salroja damezrandina Yekîtiya Jinan a Kurdistanê giranbuha dinirxîn e
Birêzan; sekreter û endamên Dezgeha Sekreteriya Yekîtiya Jinan a Kurdistanê
Bi bûneya 33. Salroja damezrandina Yekîtiya Jinan a Kurdistanê, pîrozbahiyê li hemû jin û keçên Herêma Kurdistan, İraq û Cîhanê dikim.
Bîranîna îsal cûdatire, çunkî jinan niha gav avêtine qonaxekî din a xebatê, bi jixwebaweriyekî zêdetir û hilgirtina berpirsyariyariyê li jiyanê dinerin. Êdî jin çewsandin, serkutkirin, bêbeşkirin û neyeksaniyê qebûl nake ku dijî wan têkirin. Jinên evrojê hewl didin bi hemû karinên xwe, wê valahiyê pir bikin ku jiber zulm û serkuta civaka mêrsalarî ketiye nêv jin û zilaman û yekseniya nêvbera wan nehevseng kiriye.
Em jin dubare dibêjin; qet destberdar nabin û emê piştivanê yekûdu bin, em xebatê dikin ji bo pêkanîna jiyanekî azad ku mafên me têda cîh bigre.
Ji bo Yekîtiya Jinan a Kurdistanê zêdetir serkevtinê dixwazim
Şanaz Îbrahîm Ehmed
Puknow
Babetên zêdetir