“Serok Bafil Celal Talebanî di pêkanîna hikûmeta nû û bidestxistina baweriya İraqiyan de rolekî bi bandor gerandiye”

  2022-11-27 02:09      25 Car hatiye dîtin        Şîrove
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û serokwezîrê berê yê İraqê Dr. Adil Ebdulmehdî

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û siyasetvanê navdar û serokwezîrê berê yê İraqê Dr. Adil Ebdulmehdî, Şemiya borî (26-11-2022), li Bexdadê civiyan. 
Di civînê de pêşkevtin û bûyerên dawî yên siyasî û karnameya hikûmeta nû a İraqê hat nirxandin; serxistina proseya çaksazî û bilindkirina astê pêşkêşkirina xizmetguzariyê giranbuha hat zanîn. 
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî, rol û helwestê Dr. Adil Ebdulmehdî giranbuha nirwxandin ku di qonaxên cûda de piştgiriya doza Gelê Kurd û mafên wê yên rewa kiriye û got: “YNK rola camêrî yên wan kesayetî û hêzên niştimanî jibîr nake ku berevanî li mafên Gelê Kurd kirine û hewl ji bo tebayî û bihevrejiyana nêvbera gelên İraqê dan e. Niha jî YNK bi heman siyaset û stratejiya Serok Mam Celal kar dike ku parastina îstîkrar, yekrîzî û tebayiyê li xwe digre”. 
Serokwezîrê berê yê İraqê Dr. Adil Ebdulmehdî jî di axavta xwe de rol û siyaseta niştimanî ya Serok Bafil Celal Talebanî giranbuha nirxand wek serkirdeyekî genc û bandor ku di qonaxên dijwar de hewlê aşbûnê dide û bi arasteyê lihevnêzîkkirin û çareserkirina arîşeyan pêngavê diavêje û got: “Vê yekê jî wiha kiriye di pêkanîna hikûmeta nû û bidestxistina baweriya İraqiyan de rolekî bi bandor bigerîne. Siyaseta niha a YNKê ku Serok Bafil raberatiya wê dike, bîrxerê wê siyaseta hekîmane ya Serok Mam Celal e ku pêkanîna berjewendiyên bal û niştimanî wek karê sereke û pêşiyê temaşe dikir”.
Puknow
MMS

 

Babetên zêdetir

Nûçeyên herî nû

Gotar

Wêne

Keş û hewa

Herî zêde serdankirî